’Dewleta Tirk sînorên cîranan û mafên mirovan nas nake’

Şênî û saziyên sivîl ên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê destnîşan kir ku sînorê zilma dewleta Tirk a dagirker tune ye, ji ber ku ew mafên cîranên xwe, mafên mirovan û yên biratiya olan nas nake.

27 kanûn, 2023   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 23'yê vê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên bêmirov û topan zêde kirine, ku di 2 rojên borî de 44 navendên xizmetguzarî, bazirganî û ewlekarî topbaran kirin.

Li hember van êrişan Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji pêşiya Nexweşxaneya Firat a kantona Reqayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne bi taybetî madeya /1/ ya peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya parastina ewlehî û aştiya navneteweyî û madeya /2/ ya çareserkirina hemû aloziyan bi rêbazên aştiyane.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker madeyên din binpê kirin wek madeya /2/ beşa 4'ê ku tê de gefxwarina bi hêza çekdarî û bikaranîna wê di çareserkirina aloziyan de hatiye qedexekirin, her wiha bendên protokolên sala 1977'an ên berdewama her 4 peymanên Cinêvê yên girêdayî şerên çekdarî jî bin pê kirin.

REQA

Her wiha, Hevgirtina Al El Beyt û Saziya Kar û Barên Olî ya kantona Reqayê ji qada Jinan a navenda Reqayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina binesazî, nexweşxane, çapxane, daîreyên sivîl û xizmetguzarî hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: "Êdî zilma dewleta Tirk a dagirker tu sînoran nas nake, ne sînorê mafê cîranan, ne yê mafên mirovan û ne jîbiratiya olan û mirovahiyê nas dike."

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên dermirovî û derqanûnî şermezar kirin û wek sûcên şer bi nav kirin.

TEBQA

Li kantona Tebqayê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku piştî serkeftina pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parastina hevgirtina niştîmanî û sazkirina hevpeymana civakî de, dewleta Tirk a dagirker dest bi hewldanên têkbirina vê projeyê kir û bi hemû rêbazan êriş pêk anîn.

Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser li hember çavnebariya dewleta Tirk a dagirker hat nîşandan.

DÊRAZOR

Li kantona Dêrazorê bi sedan şênî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina binesaziyan bi meşekê şermezar kirin.

Meş ji pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê dest pê kir û li çerxerêya Meamil rawestiya û li wir bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Dêrazorê daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e ku zexteke hundirîn li dijî Rêveberiya Xweser peyda bike, lê ev hewldan wek hewldanên berê jî dê bên têkbirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û saziyên wê hat kirin ku li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker helwesteke cidî bigirin û van binpêkirinan rawestînin.

(mh)

ANHA