Şêniyên kantona Reqayê şehîd Ebid Hisên El Hilû oxir kir

Şêniyên kantona Reqayê şervanê QSD`ê Ebid Hisên El Hilo li goristana şehîdan oxir kir û destnîşan kir ku dê li hember êrişan têkoşînê mezin bikin.

Şêniyên kantona Reqayê şehîd Ebid Hisên El Hilû oxir kir
Şêniyên kantona Reqayê şehîd Ebid Hisên El Hilû oxir kir
Şêniyên kantona Reqayê şehîd Ebid Hisên El Hilû oxir kir
Şêniyên kantona Reqayê şehîd Ebid Hisên El Hilû oxir kir
Şêniyên kantona Reqayê şehîd Ebid Hisên El Hilû oxir kir
Şêniyên kantona Reqayê şehîd Ebid Hisên El Hilû oxir kir
27 kanûn, 2023   16:14
REQA

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, şervanên QSD`ê, endamên Rêveberiya Xweser tev li merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Ebid Hisên El Hilû bûn. 

Merasîma oxirkirinê li goristana şehîdan a li gundê Hikumiye yê kantonê li dar ket.

Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mehmûd El Xelef axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Ruxmî êşa di dilê me de lê belê dê şehîd taca ser serê me bin. Em soz didin ku rêya we bişopînin ta ku Sûriye ji terorê xilas bikin."

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Reqayê Emel Îsmaîl jî banga xwedîderketina li hêzên leşkerî û QSD`ê kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel şehîd Ebid Hisên El Hilû spart axê.

(şx)

ANHA