Dewleta Tirk gundewarê Minbicê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kantona Minbicê topbaran dikin.

Dewleta Tirk gundewarê Minbicê topbaran dike
16 ÇILE, 2024   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kantona Minbicê topbaran dikin. Di topbaranê de gundê Farat, Dendeniye, Um Edese, Siyade, Qirtwêran, Yanlî û Erîme tên hedefgirtin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê duh bi şev heman gund topbaran kiribûn.

(şx)

ANHA