Dewleta Tirk gundên Biradostê bombebaran kir

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Gelî Reş û Kem Gorayan yên li sînorê Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Lê heta niha zerer û ziyanên madî û canî yên êrişê nehatiye zanîn.

Dewleta Tirk gundên Biradostê bombebaran kir
15 nîsan 2024   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê beriya demek kurt balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Gelî Reş û Kem Gorayan yên li sînorê Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir.

Lê di derbarê zerer û ziyanên madî û canî yên êrişê de ti agahî nehatine zanîn.