8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin

Zexma pîrozkirina 8’ê Adarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Bi heman boneyê li bajarê Dirbêsiyê pîrozbahiyek hat lidarxistin.

8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
8’ê Adarê li Dirbêsiyê hat pîrozkirin
7 adar, 2025   19:24
HESEKÊ

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek hat lidarxistin. Ev yek nîşan did ku bi zexmekî mezin ev bone li herêmê tê pîrozkirin.

Jinên bajêr, bi vê boneyê, li hev kom bûn şano û govend gerandin.

DI PÎROZBAHIYÊ DE ÇALAKIYÊN CURBECUR

Bi hevkariya Kongra Star û Melcisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şahiyek li ser dika Navenda Çand û Hunerê û li qada Akademiya Şehîd Berçem a Civaka Demokratîk hatin lidarxistin. Di çalakiyan de beşdariya girseyî ya şêniyan, nûnerên sazî, meclis, tegerên jinan û endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hebû.

Di şahiyê de rêvebera Kongra Star Fatme Keleş axivî û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê ku ew roj ji bo bilindkirina têkoşînê ye ku jin mafên xwe wergirin, edalet û wekhevî di civakê de pêk bên.

Fatme amaje bi rola pêşeng a jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê kir û got ew xwe dispêrin felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî".

Li aliyekî din j hevseroka Meclisa PYD’ê ya li Dirbêsiyê Diyana Ebdullah ev bone li tevahî jin û têkoşeran pîroz kir û got: "Felsefeya ‛Jin, Jiyan, Azadî’ rê li pêş jinan vekir ku di oxira azadî, naskirina nasname û dîroka xwe de tê bikoşin."

Di şahiyê de şanoyek li ser şewata kargeha Takstîlê ya li New Yorkê ku di encamê de jinên banga mafên xwe dikirin jiyana xwe ji dest da, hat pêşkêşkirin. Li kêlek wê jî dîlanên folklorîk hatin gerandin.

Şahî bi gerandina govendê li ber stranên gelêrî û şoreşerî bi dawî bû.

(fr)

 ANHA