Dewleta Tirk êrişa DAIŞ’ê girte ser xwe

Dewleta Tirk a dagirker êrişeke çeteyên DAIŞ`ê ku di Tebaxê de li kantona Tebqayê pêk anîbû, girte ser xwe ku hebûna têkiliyeke xurt di navbera her duyan de nîşan dide.

Dewleta Tirk êrişa DAIŞ’ê girte ser xwe
30 kanûn, 2023   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku îstixbarata dewleta Tirk duh ragihandiye ku ew berpirsê "êrişeke terorsît" e ku li dijî welatiyekî li Tebqayê pêk hatiye. Navendê da zanîn ku DAIŞ`ê 5`ê Tebaxê ragihandibû ku wê êriş pêk aniye. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îstixbarata dewleta Tirk qebûl kiriye ku ew berpirsê êrişê ye û ev jî "nîşaneyeke diyar e ku têkilî di navbera her du aliyan de heye".

Navendê ev agahî di daxuyaniya xwe de parve kirin: "Duh bi sibê, dezgehên çapemeniyê yên fermî yên dewleta Tirk, ragihand ku îstixbarata Tirk welatiyekî bi navê Omer Mihemed Ebdullah El Daham ê ji Tebqayê kuştiye. Îstixbaratê, welatî bi dan û standina bi hêzên me re û pêkanîna çalakiyan li dijî leşkerên Tirk tawanbar kir. Lê belê 5`ê Tebaxê DAIŞ`ê bi rêya ajansa xwe Amaq bi daxuyaniyeke fermî ragihadibû ku wan El Daham kuştiye. Lê piştî zêdetirî 4 mehan îstixbarata Tirk careke din nûçe da û got wê êriş pêk aniye. Ev nîşan dide ku têkiliyeke diyar di navbera îstixbarata dagirkeriyê û DAIŞ`ê de heye û hewl didin ewlehiya herêmê bi hedefgirtina welatiyan têk bibin."

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku têkiliya El Daham bi hêzên wan re tune ye.

Her wiha navendê bi daxuyaniyê re wêneyeke daxuyaniya DAIŞ`ê û yek jî ya îstixbarata dewleta Tirk û nûçeyên hin dezgehên çapemeniyê yên têkildarî bûyerê parve kirin.

(şx)