Dewleta Tirk çeteyan dişîne Nîjerê

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, navên xwe qeyd dikin ji bo ku biçin li Nîjerê şer bikin.

Dewleta Tirk çeteyan dişîne Nîjerê
9 gulan, 2024   12:12
HESEKÊ

Çavkaniyan ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî diyar kir ku çeteyên Hemzat, Sultan Murad û Feyleq El Rehman, navên çeteyan tomar dikin da ku li beramber hezar û 500 dolarî mehane biçin li Nîjerê şer bikin.

Beriya vê jî, dewleta Tirk 2 beş ji çeteyan şandibûn Nîjerê. Li gorî raporên çapemeniyê yên cuda nêzî 550 çete hatibûn şandin.

Dewleta Tirk a dagirker rewşa jiyanî ya li herêmên dagirkirî bi kar tîne ji bo ku çeteyan li derveyî axa Sûriyeyê di şerê xwe de bi kar bîne.

21`ê Nîsanê beşa yekemîn a çeteyên "Artêşa Watanî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 300 çeteyên Sultan Silêman Şah, Firqeya Hemze û Firqeya Sultan Murad bi serkêşiya efserekî ku ji hêzên hikumeta Şamê qut bûye, bi balafirekê ji baregehekê li Tirkiyeyê çûn Nîjerê.

Hêzên navneteweyî eleqedariyeke mezin da derbeya leşkerî ya li Nîjerê ku çi qas derbe li dewletên Afrîkayê yên din çêbûne jî wisa nekiriye. Ji vir diyar dibe ku Nîjer ji bo hêzên mezin gelek girîng e û li ser berhemên wê di nava hevrikiyê de ne.

(şx)