Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li girtiyekê Kurd birî

Medyaya Rojhilatê Kurdistanê ragihand li yek ji girtiyên xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê cezayê darvekirinê hat birîn. Ev welatiya 27 salî di dema serhildana tevgera jinan de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin.

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li girtiyekê Kurd birî
22 sibat, 2024   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Rojhilatê Kurdistanê li ser sepandina cezayê darvekirinê li ser ciwanekî Kurd daxuyaniyek weşand.

Li gor medyaya Rojhilatê Kurdistanê hate ragihandin ku yek ji girtiyên xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin. Welatiyê ku bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin, 27 salî ye û xelkê Selmasê yê girêdayî bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di dema Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’  ya bi pêşengiya jinan de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatibû girtin.

Her wiha medyaya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku welatiyê bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin navê wî Şahîn Wesaf e, 27 salî ye û xelkê Selmasê yê girêdayî bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.