Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist

Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyên Giştî ya Dêrazorê civîna xwe ya salê ji bo nîqaşkirina astengiyan di 2023′yan de li pêşberî wan derketine, li dar xist.

3 ÇILE, 2024   17:39
DÊRAZOR

Civîna li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê li herêma 7 Kîlo bi beşdariya nûnerên Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Dêrazorê, nûnerên saziyên sivîl û herêmê hate lidarxistin.

Di civînê de hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed El Receb axivî û behsa wêraniya li Dêrazorê ji ber êrişên li dijî herêmê çêbûne kir, her wiha hewldanên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Dêrazorê yên jinûve avakirin û sererastkirina deverên wêranbûyî silav kir.

Hevseroka Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan Hîbe El Zari li ser rewşa siyas ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got destwerdanên derve hewl da wêraniyê li herêmê pêk bînin û fitneyê di nava pêkhateyan de derxin.

Hîbe behsa rewşa rêxistinî û xebatên îsal pêk hatine kir, dûre rapora salê ya desteyê hate xwendin.

Piştre sînevîzyon der barê xebatên desteyê de hate pêşkêşkirin û beşdaran nîqaşên xwe li ser rewşa rêxistinî û astengiyên li pêşberî desteyê derketine, nîqaş kir.

Civîn bi domandina xebat û projeyên xizmetguzarî û sûdwergirtina ji derfetên heyî û encamnameyan bi dawî bû; jinûve sazûmankirina hevserokên şaredarî, darayî û dîwan, jinûve sazûmankirina hevserokên stasyonên avê, temakirina projeyên stasyonên avê, firehkirina torên kanalîzasyonan, kirîna alavan ji bo desteyê.

(fr)

ANHA