Desteya Hundirîn têkildarî hilgirtin û bikaranîna çekan giştînameyek weşand

Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê bi giştînameyekê awayê hilgirtina çekan û bikaranîna wan aşkera kir.

 Desteya Hundirîn têkildarî hilgirtin û bikaranîna çekan giştînameyek weşand
15 îlon, 2025   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê Giştînameya bi Hejmara 6’an weşand. Di giştînameyê de awayê hilgirtina çekan û bikaranîna wan tê diyarkirin.

Di giştînameya Desteya Hundirîn de wiha hatiye gotin:

“Li gorî berjewendiyên giştî û meşandina kar bi awayekî baştir û li ser agahiyên ku ji hêla Hevserokatiya Desteyê ve hatine, her wiha li ser bingeha berpirsyariya me ya parastina ewlehî û aramiyê û birêxistinkirina bikaranîna çekan ji bo mîsogerkirina parastina civakê, Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê perspektîf dan:

1- Destûra ruxsetkirina çekan destûreke qanûnî ye ku bi şert û mercên taybet ve girêdayî ye û ji bilî rewşên ku bi qanûnê bi zelalî hatine destnîşankirin, bi tu awayî wek destûreke vekirî ji bo hilgirtina çekan li cihên giştî, nayê bikaranîn.

2- Bikaranîna rewa ya çekan bi parastina kesane di nava malan, wesayitan an milkên taybet de û her wiha li deverên nêçîrê yên destûrdayî ve sînordar e, bi şertê ku ew ne li dijî qanûn û rêziknameyên derbasdar be, di heman demê de ku şert û mercên ewlehî werin bicihanîn.

3- Li gorî van rewşan bikaranîna çekan qedexe ye;

- Hilgirtina çekan an jî nîşandana wan li cihên giştî.

- Bikaranîna çekan di boneyên civakî yan jî şahiyan de yan jî avêtina guleyan a ketober.

- Veguhastina çekan an jî firotina wan bi awayekî neqanûnî.

4- Kesên ku van rêzikan binpê bikin dê li beramber berpirsyariya qanûnî ya hişk bên û tedbîrên tavilê dê li dijî wan werin girtin, wekî desteserkirina çekên wan û şandina wan bo rayedarên pêwendîdar.

5- Hemû kesên ku destûra (ruxset) wan a çekan heye, divê bi awayekî dorveger serî li rayedarên peywendîdar bidin, ji bo mîsogerkirina belgeyên wan ên qanûnî û wan di nav demên diyarkirî de nû bikin. Ji ber her paşguhkirineke vê yekê dê ew bikevin ber berpirsyariyê.

6- Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê diyar dike ku çek amûrên berpirsyariyê ne, ne amûrên gefê ne, armanca birêxistinkrina bikaranîna wan parastina civakê û mîsogerkirina ewlehî û aramiya wê ye. Desteya Hundirîn diyar dike ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê dewriye û hewldanên xwe bidomînin da ku ev rêzik bi tevahî bên bicihanîn.

Ev giştîname ji dîroka dayîna wê ve dikeve pratîkê û ji cihê peywendîdar re tê rakirin da ku pêk bînin.”

(fr)