DEM Partiyê Komkujiya li Kobanê şermezar kir

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê komkujiya ku li gundê Berxbotan yê Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhat, bi tûndî şermezar kir û got: “Hewldaneke bi zanebûn a ji bo zêdekirina aloziya li herêmê û têkbirina hêviyên ji bo aştiyê ye.”

DEM Partiyê Komkujiya li Kobanê şermezar kir
17 adar, 2025   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyaniyekê komkujiya ku duh bi şev dewleta Tirk li gundê Berxbotan yê Kobanê pêkanî ku di encamê de ji heman malbatê 9 kes şehîd bûn, şermezar kir.

Daxuyaniya DEM Partiyê wihaye;

“Em bi xemgînî û hêrseke mezin pê hesiyan ku li gundê Berxbotan ê Kobanê di êrîşa SÎHA de ji heman malbatê dayik, bav û 7 zarok hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Ev komkujî sûcê şere ku wijdana mirovahiyê êşandiye û got: “Em êşa windahiyên xwe ji kûr ve hîs dikin û hêvî dikin ku birîndar di dema herî kurt de baş bibin. Vê êrîşa li derveyî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Bi feraseteke siyasî ya ku her cûre şer red dike, em destnîşan dikin ku divê kiryarên vê êrîşê tavilê hesab bidin.

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikumeta Şamê ya demkî re peyman mohr kiriye, li dijî her cûre êrîşan biryareke fermî hatiye wergirtin, rûdana vê bûyerê tesadufî nîne; hewldaneke bi zanebûn a ji bo zêdekirina aloziya li herêmê û têkbirina hêviyên ji bo aştiyê ye. Weke ku Birêz Ocalan beriya niha işaret pê kiribû, hewldaneke sabotajê ye.

Em ji wan kes û hêzan dipirsin ên ku timî hewl didin atmosfereke gef û êrîşê ya li derveyî sînor biafirînin: Gelo zarokên hatin qetilkirin gefa li ser ewlekariyê ye? Em qetilkirina zarokan û sivîlan ti carî qebûl nakin!

Em bang li desthilatdariya AKP’ê dikin ku têkildarî qetilkirina sivîlan tavilê daxuyaniyê bide û vî sûcê nemerdane eşkere bike.

Ji bo tespîtkirina berpirsyaran û hesabpirsînê wê têkoşîna me dewam bike.”