Ji bo şîna qurbaniyên komkujiyê çalakî hatin betalkirin

Li kantona Firatê ji bo şîna komkujiya li gundê Berxbotanê, pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên bi wesîleya salvegera dagirkirina Efrînê hatin betalkirin.

Ji bo şîna qurbaniyên komkujiyê çalakî hatin betalkirin
17 adar, 2025   12:02
KOBANÊ

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker şevê din saet di 00.40’an de li gundê Berxbotan ê Kobanê malbatek bombebaran kir. Her wiha bi çekên giran gund jî topbaran kir. Di encama êrişê de ji heman malbatê piraniya wan zarok, 9 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Komîteya Çalakiyan a Kantona Firatê ji bo şîna qurbaniyên komkujiyê, piraniya pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên bi wesîleya salvegera dagirkirina Efrînê betal kirin.

Li gorî hatibû plankirin, bi boneya Newrozê diviyabû îro saet 10.00’an pîrozahiya Newrozê li bajarê Çelebiyê û 19’ê Adarê jî li bajarên Sirîn, Qenaya û Şêranê jî pîrozbahiyên Newrozê bihatana lidarxistin. Her wiha hatibû plankirin ku şêniyên kantona Firatê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê (2018) çalakiyeke protestoyî li dar bixin. Ji ber şîna komkujiyê ev pîrozbahî û çalakî hatin beltalkirin.

Li beramberî wê dê çalakiyên şermezarkirina komkujiyê werin lidarxistin.

 Di 19’ê Adarê li Eyn Îsayê û 21’ê Adarê li Kobanê dê pîrozbahiyên Newrozê werin lidarxistin.

(bb)

ANHA