Dayika Uwêş li Dirbêsiyê hat bibîranîn

Dayika Rêber Abdullah Ocalan, Uweş li bajarê Dirbêsiyê hat bibîranîn.

Dayika Uwêş li Dirbêsiyê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Dirbêsiyê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Dirbêsiyê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Dirbêsiyê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Dirbêsiyê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Dirbêsiyê hat bibîranîn
9 nîsan, 2026   14:56
HESEKÊ

Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê bi armanca bîranîna dayika Rêber Abdullah Ocalan, Uweş civînek li hola PYD'ê li dar xist.

Endamên meclis û saziyên sivîl ên bajar beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de piştî deqeya rêzgirtinê, ji rêveberên Kongra Star Silava Simo axivî. Silava di axaftina xwe de behsa jiyana dayika Uweş û rola wê di perwerdekirina Rêber Abdullah Ocalan de kir û got, Rêbertî ji zarokatiyê ve li ser nirxên hêz û berxwedanê mezin kir.

Silava Simo anî ziman ku dayika Uweş mînaka jina têkoşer e ku bandoreke mezin li ser avakirina fikir û kesayeta wî kiriye.

Di bîranînê de soza domandina xeta azadiya jinan hate dayîn.

(bb)

ANHA