Damezirandina PKK`ê li Şêranê hat pîrozkirin

Gelê Şêranê bi boneya salvegera 46`emîn a damezirandina PKK`ê şahiyek li dar xist.

Damezirandina PKK`ê li Şêranê hat pîrozkirin
Damezirandina PKK`ê li Şêranê hat pîrozkirin
Damezirandina PKK`ê li Şêranê hat pîrozkirin
Damezirandina PKK`ê li Şêranê hat pîrozkirin
Damezirandina PKK`ê li Şêranê hat pîrozkirin
Damezirandina PKK`ê li Şêranê hat pîrozkirin
26 mijdar, 2024   15:30
KOBANÊ

Şêniyên Şêranê bi şahiyekê salvegera 46`emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li pêşiya navenda Şaredariya Gel a bajêr pîroz kir.

Di şahiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştî rêzgirtinê rêvebera Kongra Star a bajarê Şêranê Nadiya Hiso axivî û salvegera 46'emîn a damezirandina PKK’ê li Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê pîroz kir.

Nadiya Hiso diyar kir ku berxwedana gerîlayên azadiyê her tim xurt e û got: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan PKK hat damezirandin. Bi felsefeya Rêber Apo gerîlayên azadiyê li ber xwe didin û tê dikoşin. Ji ber vê yekê tu kes bi vê hêza xurt nikare. Dewleta Tirk a dagirker çi qas bi çekên giran êrişî gerîla bike jî, tu êriş nikarin hêz, vîn û berxwedana gerîlayên azadiyê têk bibin. Gerîla hêz û hebûna me ne. Divê em xwedî li hêza gerîla derkevin û pişta gerîla bin. PKK hebûn û nasnameya me ye.”

Di dawiya şahiyê de govend hat gerandin.

(sş)

ANHA