DAIŞˋê êriş kir: Li beyarê Humsê 6 şivan hatin kuştin

Çeteyên DAIŞˋê berbanga îro li herêma Sukerî ya başûrê bajarê Tedmurê yê gundewarê Humsê 6 şivan kuştin û pezên wan dizîn.

DAIŞˋê êriş kir: Li beyarê Humsê 6 şivan hatin kuştin
14 kanûn, 2024   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di berbanga îro de çeteyên DAIŞˋê li herêma Sukerî ya başûrê bajarê Tedmurê yê gundewarê Humsê 6 şivanên pez kuştin. 

Li gorî SOHRˋê, çeteyan êrişî şivanan kir, ew kuştin û pezên wan dizîn û ber bi beyarê Hema ya Sûriyeyê ve revîn.

Li herêma Tedmur û beyarê Sûriyeyê êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˋê, dizî û talankirina mal û milkên welatiyan zêde dibin.

Ji 8ˋê Kanûnê ve çeteyên DAIŞˋê 6 êriş pêk anîne, di encamê de di nav de sivîl û leşker 70 kes hatine kuştin.

(fr)