Dagirker gundên Til Temirê topbaran dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de 2 gundên bajarê Til Temirê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dikin.

Dagirker gundên Til Temirê topbaran dikin
12 kanûn, 2024   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, di van kêliyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til Cuma yê rojavayê bajarê Til Temirê bi guleyên obîsan topbaran dikin.

Nûçegihan diyar kir ku hemwextê wê gundê Um El Kêf jî tê topbarankirin.

Der barê zirarên topbaranan de nûçegihan tu agahî parve nekirin.

(fr)

ANHA