Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê li mamosteyeke zimanê Kurdî birî

Dadgeha dewleta Îranê 10 sal cezayê girtîgehê û durxistina ji kar li mamosteya zimanê Kurdî Soma Pur Mihemedî birî.

Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê li mamosteyeke zimanê Kurdî birî
21 nîsan, 2024   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Inqilab a dewleta Îranê ve 10 sal cezayê girtîgehê û durxistina ji kar li mamosteya zimanê Kurdî Soma Pur Mihemedî hat birîn.

Soma Pur Mihemedî ku mamosteya zimanê Kurdî ye û di heman demê de jî endama komîsyona rêveber a encûmena Nûjîn’e, bi tometa ‘pêkanîna deste û grub ji bo têkdana ewlehiya Îranê’ tê tometbarkirin.

Beriya niha jî bi tometa ‘têkdana ewlehiya giştî’ salek cezayê girtîgehê li mamoste Soma Pur Mihemedî hatibû birîn.