Dadgeha Federal wê li ser doza dijî barzaniyan bicive

Dadgeha Federal ya Iraqê wê îro li ser giliyê Wezîra Koç û Koçberan ya dijî Barzaniyan bicive.

Dadgeha Federal wê li ser doza dijî barzaniyan bicive
21 nîsan, 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 22’yê Adara 2024’an de Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq bi sedema ku rê li vegera penaberan digirin, li Dadgeha Federal ya Iraqê dijî serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karê Hindir yê hikumeta demborî Rêber Ehmed doz vekiribû.

Tê payîn ku îro Dadgeha Federal li ser giliyê Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê ya dijî Mesrûr, Nêçîrvan Barzanî û Rêber Ehmed kom bibe.