Ciwanên Şoreşger ên Reqayê xebatên xwe yên 2025ˊan nirxandin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li hola Navenda Çandê li dar xist. Di civînê de xebata ciwanan û plansaziyên siberojê hatin nîqaşkirin.

23 kanûn, 2025   21:41
REQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Reqayê civîna xwe ya salê bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e" li hola Navenda Çandê ya kantonê organîze kir. Di civînê de cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Buşra El Nayif, nûnerên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên tevgerê amade bûn.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantonê Suha El Mihemed perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî rola ciwanan di vê merheleyê de xwendin.

Piştre ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Rêzan Efrîn rewşa siyasî şîrove kir û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de rewşa heyî şîrove kiriye. Rêzan destnîşan kir ku felsefeya Rêber Apo li ser bingeha guhertinê ne dogmayê ye.

Der barê êrişa li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê de, Rêzan Efrîn diyar kir ku ew encama hişmendiya li hundirê Sûriyeyê ye.

Piştre rapora salê ji aliyê hevseroka Meclisa Tevgerên Ciwanan a kantonê Letîfe El Hesen ve hat xwendin, di raporê de behsa çalakiyên ku ciwan beşdar bûn hat kirin.

Têkildarî xebata ciwanan sînevîzyonek hat pêşandan.

Di dawiya civînê de ev biryar hatin dayîn:

Ciwan hêza dînamîkî ya civakê ne ,di şoreşê de xwedî rola pêşengtiyê ya dîrokî ne. Divê ciwan xebatên berfirehkirina fikra Rêber Apo bikin û azadiya fizîkî ya Rêbertî bibe bingeha tevahî xebatan.

Hişyarkirina ciwanan û perwerdekirina tevahî beşên civakê li ser fikir û îdeolojiya Rêber Apo.

Xurtkirina têgîna neteweya demokratîk li ser nirxên ekolojî, azadiya jinan û avakirina civaka exlaqî û siyasî û komîteyên ciwanan di komînan de werin çalakkirin.

Nivîsgehên ciwanan di hemû meclisên kantonê de werin çalakkirin.

Ji bo xurtkirin û birêxistinkirina tevahî civakê li ser têgeha şerê gel ê şoreşgerî komîteyên parastinê di komîn û meclisan de werin zêdekirin.

Lidarxistina komcivînan ji bo nîqaşkirina rola ciwanan di avakirina civaka demokratîk de.

Ji bo vejandina çanda civakê û parastina mîrasa dîrokî dewreyên çandê ji bo ciwanan werin zêdekirin bernameyên xurtkirina aboriyê bi rêya veberhênana koperatîfan werin bipêşxistin, kalîteya fêrbûna pîşeyî were başkirin û ciwan tev li diyalogên siyasî û înîsiyatîfên xwecihî bibin.

(mh/fr)

ANHA