Civîna Sûriye û dewletên Cîran li Umanê dest pê kir

Li paytexta Urdinê Emanê, ji bo nîqaşkirina mekanîzmayên xebata hevbeş a têkoşîna dijî terorê, qaçaxçîtiya narkotîk û çekan û rûbirûbûna astengiyên hevbeş ên dîtir, civîna Sûriye û dewletên cîran organîzekirin.

Civîna Sûriye û dewletên Cîran li Umanê dest pê kir
9 adar, 2025   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wê di civînê de li gorî ku tê gotin; "Rêbazên piştgiriya gelê Sûriyeyê di hewldanên jinûve avakirina welat de; li ser bingehîna yekitî, serwerî, ewlehî û îstîqrara wî, xelasiya wî ji terorê, rewşên vegera dilxwazî ji penaberan re û parastina mafên tevahî welatiyan" werin nîqaşkirin.

Di civînê de wezîrên karên derve, wezîrên parastinê, serfermandar, gerînendeyên saziyên îstîxbaratê yên Urdin, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Lubnanê beşdar in.

(fr)