Çima siyasetmedarên kurd di dosa Kobanê de têne darizandin?
Kobanê sala 2015`an bi destê şervanên YPG û YPJ`ê hate rizgar kirin û piştî têk çûna DAIŞ`ê ya li kobanê desthilata Tirk dest bi darizandina siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistanê ya "doza Kobanê" kir.

Dewleta Tirk ji 2021`an ve 108 siyasetmedar û hiqûqnasên kurd dadirzîne. Di nav de hevseorkên HDP`ê Selahttîn Demirtaş û Fîgen Yugsekdag, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ku beriya vê bi çend hefteyan di hilbijartinan de bi ser ket û bû serokê şaredariya Merdînê, hene.
Dadgeha Bilind a Cezayan li Enqereyê bi Tawana, "binpêkirina yekitiya dewletê", "tevlêbûna rêxistinê" û "nerêzgirtina ji yasayê re", duh cezayê girtinê heta 42 salan li Selahttîn Demirtaş birî ku ji 2016`an ve hatiye destgîrkirin. Her wiha 30 sal û 3 meh li Fîgen Yugsekdag, û li Ahmet Turk jî 10 sal birî.
DOZA KOBANÊ ÇI YE?
HDP`ê di êrişa mezin a DAIŞ`ê li dijî Kobanê sala 2014`an de roleke mezin lîst û gel li sînorên bakurê bajarê ji 3 aliyan ve hatibû dorpêçkirin, kom kir. Dewleta Tirk piştgiriyee mezin da DAIŞ`ê ji bo ku bajar kontrol bike. Wê demê HDP`ê û gelê Kurd piştgiriya berxwedana bajêr kir ji bo ku nekeve destê DAIŞ`ê.
Dewleta Tirk sînorên xwe li pêşiya alîkariyê girt, nehişt ti kes alîkariyê ji Kobanê re pêşkêş bike heta ku nehişt birîndarên şer jî bên dermankirin.
Hebûna HDP`ê li ser sînor, roleke girîng di komkirina piştgiriyê û girtiya sînorên bakurê bajarê Kobanê li pêşiya DAIŞ`ê de lîst. Her wiha fişar li desthilata Tirk kir ku korîdoran veke ji bo ku birîndarên li bajarê dorpêçkirî bên dermankirin.
Beriya tevgera HDP`ê li ser sînor, 40 hezar çeteyên DAIŞ`ê yên ji seranserî cîhanê hatibûn Tirkiyeyê, bi rêya Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî siyasetên delweta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana Kobanê, xwepêşandan li dar ketin. Di xwepêşandanên li 35 bajar û 96 navçeyan li dar ketine, 37 sivîl bi destê leşkerên dewleta Tirk şehîd bûn û 761 din jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê agir bi 197 nivsîgehên HDP`ê yên li seranserî Tirkiyeyê, 250 dibistan û hezar û 800 malan xist.
BANGEWAZIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN
Rêber Abdullah Ocalan 9`ê Cotmeha 2014`an bang kir ku xwepêşandan rawestin ên di encamê de bi dehan şehîd bûn.
RIZGARKIRINA KOBANÊ Û DEWLETA TIRK DEST BI DARIZANDINA ENDAMÊN HDP`Ê KIR
YPG û YPJ`ê Çileya 2015`an rizgarkirina bajarê Kobanê ji DAIŞ`ê ragihand. Şerê li bajêr 134 rojan berdewam kir. Koalîsyona Navneteweyî jî tev li bû. Di encamê de plana dewleta Tirk ji bo kontrolkirina bajêr bi bin ket.
Piştî wê Tirkiye dest bi destgîrkirin û darizandina endamên HPD`ê kir ku yek jî aliyên herî girîng ên ku rolek di binxistina DAIŞ`ê de lîst û piştgiriya berxwedana Kobanê kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 22`yê Kanûna 2020`an, bang li Tirkiyeyê kiribû ku hevserokê berê yê HDP`ê Selattîn Demirtaş serbest berde û gotibû girtina wî ji bo sînordarkirina pirrengiyê û demorasiyê ye.
Dewleta Tirk darizandina siyasetmedarên kurd kiriye şano û bi awayek sîstematîk çeteyan tev li rûniştnan dike yên ku dirûşmên ne layîq li dijî endamên HPD`ê yên tên darizandin, berz dikin.
(şx)
ANHA