Cîgirê parêzgerê Helebê bi Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re gavên pêş nîqaş kirin

Cîgirê parêzgerê Helebê gavên bê yên dê bi Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bi rêxistin bikin nîqaş kirin û diyar kir ku pêwîst e zihniyeta cudakariyê ya ku "rejîma Esed" di navbera pêkhateyan de pêk aniye, were rakirin.

Cîgirê parêzgerê Helebê bi Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re gavên pêş nîqaş kirin
Cîgirê parêzgerê Helebê bi Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re gavên pêş nîqaş kirin
Cîgirê parêzgerê Helebê bi Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re gavên pêş nîqaş kirin
Cîgirê parêzgerê Helebê bi Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re gavên pêş nîqaş kirin
Cîgirê parêzgerê Helebê bi Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re gavên pêş nîqaş kirin
15 nîsan, 2025   21:25
HELEB

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Meclisa bajarê Helebê civiyan û li ser makanîzma karê şaredariyan nîqaş kir. Piştî civînê jî herdu alî li nav herdu taxan geriyan û rewşa jiyanî û xizmetguzarî şopand.

Cîgirê parêzgerê Helebê Elî Henora ji ajansa me re amaje bi civîn îro li dar ketiye kir û got ew civîn di çarçoveya temamkirina tedbîrên birêxistinkriina bi Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de pêk hat ku rêxistinên her du taxan bi taxên din ên Helebê re bên kirin.

Henora aşkera kir ku ew hazirtiya civînekê di hefteya bê de di navbera nûnerên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û parêzgerê bajarê Helebê Ezam Xerîb de dikin.

Henora diyar kir ku wan amadekariya serdana şandeya nûnerên her du taxan û nûnerên parêzgeha Helebê ber bi Efrîna dagirkirî jî dikin. Da ku bê teqezkirin Heleb yek e û parçeyek ji Sûriyeyê ye.

Di dawiya axaftina xwe de Henora got ku gelê Kurd beşeke sereke û resen ê gelê Sûriyeyê ye û da zanîn ku pêwîstî bi rakirina zihniyeta rejîma "Esed a sûdar" a ku cudakarî di nava pêkhateyan de pêk anî, heye.

(mh/fr)