Çeteyên hikumeta demkî êrişî girtîgeha DAIŞ’ê dikin

Çeteyên hikumeta demkî êrişî girtîgeha Eqtan a çeteyên DAIŞ’ê tê de ne kir.

Çeteyên hikumeta demkî êrişî girtîgeha DAIŞ’ê dikin
19 ÇILE, 2026   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku çeteyên hikumeta demkî êrişî girtîgeha Eqtan a li bajarê Reqayê kirin ku bi sedan DAIŞ’î tê de hene.

QSD û YPJ’ê diyar kir ku êrişa li ser girtîgehê bi dronan û çekên giran tên kirin.

Şervanên QSD û YPJ’ê bersiva êrişê didin û diyar kirin ku ew ne berpirsên encamên van êrişan ne.

(b)