Çeteyên dewleta Tirk milkên koçberan dişewitînin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê koçber kirin, mal û milkên wan talan dikin û dişewitînin.

Çeteyên dewleta Tirk milkên koçberan dişewitînin
5 kanûn, 2024   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê bi darê zorê koçber kirin, ji saetên sibehê ve mal û milkên wan didizin û dişewitînin.

Ji dîmenên ku ajansa me ji bajarokê Fafînê yê kantona Efrîn-Şehbayê bi dest xistine, diyar dibe ka çawa çete mal û milkên koçber talan dikin û dişewitînin.

(bb)

ANHA