Çeteyên DAIŞ`ê 3 leşkerên hikumeta Şamê dîl girtin

Çeteyên DAIŞ`ê 3 leşkerên hikumeta Şamê dema li ser rêya Palmîra-Sexne ya Humsê lêgerîn dikirin, dîl girtin.

Çeteyên DAIŞ`ê 3 leşkerên hikumeta Şamê dîl girtin
30 adar, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê 3 leşkerên hikumeta Şamê (Firqeya Çaran) dîl girtin, dema li ser rêya Palmîra-Sexne ya gundewarên Humsê lêgerîn dikirin.

SOHR`ê aşkera kir ku çeteyan çarşemê bi kemînekê her sê leşker dîl girtine û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Her wiha SOHR`ê da zanîn ku li herêma Til Selma ya rojhilatê Hemayê komeke Dîfa Watanî ketibû kemînekê. Li gorî agahiyên ku SOHR`ê parve kirine, 7`ê Adarê cenazeyê leşkerekî Dîfa Watanî piştî 22 rojan hate dîtin ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibû îdamkirin.

SOHR`ê destnîşan kir ku bi vê daneyê re hejmara leşkerên Dîfa Watanî yên di wê êrişê de hatine kuştin, derket 8’an.

(şx)