Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin

Akademiya Jineolojiya û Akademiya Zanistên Civakî li Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek ku ji 4 mijaran pêk tê li dar xist. Komxebat li ser tezên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser şoreşa jinê hat lidarxistin.

Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin
Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin
Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin
Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin
Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin
Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin
Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin
Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin
Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ komxebatek hat lidarxistin
27 sibat, 2024   19:07
TEBQA

Bi diruşma ˊBi tezên azadiyê ber bi şoreşa jinê veˊ Akademiya Jineolojiya û Akademiya Zanistanên Civakî li Tebqayê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de bi dehan jinên kantona Tebqayê, komîteyên wê û tevgerên jinan beşdar bûn. Komxebat li Akademiya Şehîd Adar Harûn a Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar ket.

Di serî de mijarên komxebatyê hatin nîqaşkirin.

Piştre sînevîzyonek li ser rola jinan di civakê de, paşguhkirina rola wê di serdemên borî de û çawa jinan xwe bi rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û tezên wî îsbat kirin û ji hişmendiya baviksalarî û kapîtalîst rizgar bûn, hat pêşandan.

Mijara yekemîn a li ser tezên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser dîroka jinan ji aliyê berdevka navenda Jineolojî ya Heleb û Şehbayê Zehrîban Hisên ve hat xwendin. Zehrîban bal kişand ser rewşa jinan di serdemên navînî de û çawa kapîtalîzm û hişmendiya baviksalarî jin qir dikirin û nasnameya wê tune dikirin.

Mijara duyemîn a li zer zayendperestiyê ji aliyê endama Akademiya Rêbertî ya Zanistên Mirovî ya Dêrik û Hesekê Eylûl Rizgar ve hat xwendin.

Eylûl got: "Destanên olî û efsanewî, felsefî û zanistî berhema hişmendiya zilaman a desthilatdaran e. Ji bo rizgariya jinan pêwîst e jin tê bikoşin û zilaman biguherînin."

Eylûl diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ev yek wek kuştina zilamperestiya hegemonîk bi nav kir û ev jî pêwîst e ji armancên şoreşa jinan be.

Mijara sêyemîn a li ser jinan û malbatê ji aliyê berdevka navenda Jineolojî ya Minbicê Mêrvet Mehmûd ve hat xwendin.

Mêrvet di vê mijarê de got: "Bêyî jinan stûn û banî hildiweşin. Jin rêbaza yekane ku dikare malbateke şad ava bike. Rola wê di îstîqrara derûnî de mezin e."

Mijara çaremîn jî ji aliyê berdevka navenda Jineolojî ya Tebqayê Mariya El Meter ve hat xwendin

Mariya got: "Hevjiyana azad li ser wekheviya di navbera herdu zayendan de ava dibe û dûrî koletî û bindestiya herdu aliyan. Hevjiyana azad têkoşîna azadî û wekheviyê li dijî hemû cûreyên koletiyê ye. Pêwîstiya wê bi pêşxistina nirxên bingehîn ên civakê heye."

Di dawiyê de encamname hat xwendin û wiha ye:

"Komxebata me bi navê bi tezên azadî ber bi şoreşa jinê ve li ser 4 mijaran pêk hat. Ev komxebat yêk jî çalakiya girêdayî hamleya azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo 25 sale di bin êşkenceyek de jiyan dike. Em ji wî agahî nagirin. Herî dawî bi erdhêja nêzikî girava Îmralî jî li ser jiyana Rêber Apo metirsî gelek zedetir bûne. Divê dewleta Tirk bi raya giştî re der barê Rêber Apo de agahiyek bide.

Me xwest bi vê komxebatê ev kesê ku xwedî peyva jin, jiyan, azadî û ji bo şoreşa jinê bingehên fikrî û rêxistinî ava kir; Rêber Apo berxwedana wî silav bikin. Li hember ev tecrîda girankirî dive fikrên wî li jinên Rojhilata Navîn, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bibin. Ev jî rêbazek şikandina tecrîdê ye. Me xwest bi sînevizyona ku me amade kir em bal bikişinin ser vê fikra jin jiyan azadî, şoreşa jinê, neteweya demoqratîk bi çi şert û zirûfên zehmet re hatiye nivisandin. Ev parêzname ji bo me çima giring e em bidin diyar kirin.

 Reber Apo xwest nêrînên wî yên li ser pirsgirekên jinê û rêbazên azadiyê bi navê tezên azadî were destgirtin. Gelek tezên Rêbertî hene lê li vir em li ser 4 tezên Rêbertî sekinîn û li ser niqaş çêbûn.

 1-Li ser tezê Rêber Apo yê der barê dîroka jinê de me dît ku rêbazê destgirtina dîrokê divê were sererastkirin. Jin dema dîroka xwe bizane ev ji bo wê dibe iradeyek. Divê em bi taybet di navbera dîroka jin û dîroka Rojhilata Navîn de girêdanbûna heyî bibînin û vê der barê de lêkolînê xwe kûr bikin. Ev dîrok zindî ye lê ber bi tûnebûnê ye. Weke jinên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan dikin ev dibe erkê me. Hem ronîkirina dîroka koletiya jinê hem jî nivisandina dîroka azadiya jinê.

2-Li ser tezê Rêber Apo yê li zayendperestî me dît ku Rêber Apo vê mijarê bi dîrokî, civakî dike. Hem jî rêbazên azadbûna ji zayendperestî dide xuyakirin. Ev jî têkoşinek û rêxistinekê dixwaze. Buyera ku duh li vê heremê hate jiyankirin jî da xuyakirin ku divê em têkoşina xwe bilindtir bikin.

3-Li ser tezê Rêber Apo li Rojhilata Navîn malbat, demografya û çanda xanedandî me dît ku ev çand xwedî dîrokek 7 hezar sal e û li herema me ruxmî ev qas têkoşin hîn jî pêkanîna şoreşa jinê de astengiya herî mezin malbata heyî ya baviksalar e. Rêber Apo ji bo malbatê pêşniyarê malbata demokratîk dike. Divê em têkiliyên malbatê nirxê azadiya jinê, parastina mafên zarokan berçav bigirin. Ji bo malabata demokratîk niqaşê xwe kûr bikin.

4-Li ser tezê Rêber Apo yê hevjiyana azad jî me dît ku yêk ji pivanê esasî ya pêkanîna neteweya demokratîk şênberkirina hevjiyana azad e. Hevjiyana azad qasî ku azadiya jinê re girêdayî ye bi azadiyê mêr re jî girêdayî ye. Divê mêr jî mijara azadiyê bigire rojeva xwe. Di kesayata xwe de bandorên deshilatdarî, baviksalarî biguherîne. Ji bo vê em li ser hevjiyana azad hîn zêde di qada hûner, zanist û civakî de çalak bin.

5-Bi tezên azadî gihandina hevpeymana civakî ya jın : van fikran gihandina hemû jinan û lı her derê.

 Ev komxebat yêk jî ji van gavan be ku em bi tezên Rêber Apo şoreşa jinê misoger bikin. Em tola jinan jî ji zilamên deshilatdar, dewletên dagirker bi vê rêbazê bigirin. Em bidin nîşandan ku Rêber Apo Rojê hûn nikarin roja me tarî bikin. Parêznameya Rêber Apo li ku derê be, fikrên wî li kû derê bin Rêber Apo li wê derê ye."

 (mh)

  ANHA