Çeteyan li Efrînê şêniyekî din revand

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şêniyek revand ku beriya çend rojan ji Tirkiyeyê hatibû derxistin.

Çeteyan li Efrînê şêniyekî din revand
23 îlon, 2024   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Xelîl Yusiv Elî (43) ê ji şêniyên gundê Basûtê yê bajarokê Şêrawayê ji maleke li nêzî Dibistana El Edîqa ya Efrînê revandiye. 

Çavkaniyan da zanîn ku Elî beriya çend rojan ji Tirkiyeyê hatibû dersînorkirin.

(şx)