Çeteyan êrişî malbatekê kir: 2 şehîd, 2 birîndar

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Helebê êrişî malbatekê kir. Di encamê de 2 kes şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Çeteyan êrişî malbatekê kir: 2 şehîd, 2 birîndar
2 kanûn, 2024   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, malbateke Kurd dema ji Şehbayê diçû Helebê erebeya wê  ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagiker ve hat sûîqastkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku êriş li nêzî çerxerêya Şêxan a li bajarê Helebê hate kirin û di encamê de welatiyê bi navê Cemal Mursil û kurê wî Hesen ê 24 salî şehîd bûn û hevjîna Cemal û keça wî jî bi giranî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Yasîn a li taxa Şêxmeqsûdê.

Hate diyarkirin ku malbata hatî hedefkirin ji gundê Qert Qelat ê li rojhilatê bajarê Efrînê ye.

(bb)