Çeteyan 20 efrînî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 20 koçberên efrînî revandin.

Çeteyan 20 efrînî revandin
2 kanûn, 2024   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 20 kesên ku ji Şehbayê vegeriyan Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyan, welatî li benda kontrolê ya gundê Cenê yê rojhilatê bajarê Efrînê hatin revandin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji di nav revandiyan de jin jî hene.

Di encama êrişên çend rojên dawîn yên li ser gundewarên kantona Efrîn-Şehbayê de, Efrîniyên ku di sala 2018ˈan de ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê koçberî Şehbayê kiribûn, vê carê man koçî kantona Tebqayê bikin.

(bb)

ANHA