Ceteyan destdirêjî li zarokekê kir

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye duh çeteyekî destdirêjî li zarokeke keçîn kir.

Ceteyan destdirêjî li zarokekê kir
24 hezîran 2024   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Efrîn News 24, duh êvarî li navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn-Şehbayê çeteyê bi navê Yûsif yê girêdayî Feyleq El Şem a dewleta Tirk destdirêjî li zaroka keçîn K.M a 17 salî kir. Hat zanîn ku K.M. ya ji gundê Kebeşîn ê Şêrawa ye hate revandin û piştî rojekê zarok vegerandine malbata wê.

Piştî vegerandina zarok ji malbetê re li gorî nûçegihana rûpela Efrîn News 24 ku li navçeya Şêrewa ye hate zanîn ku çeteyê bi navê Yûsif zêdeyî carekê destdirêjî li ser zaroka bi navê K.M hatiye kirin. Piştî bûyerê bavê zarok hewl da wê qetil bike, lê gundiyan nehişt.