Cenazeyên 9 leşkerên Şamê li Humsê hatin dîtin

Cenazeyên 9 leşkerênˊ Firqeya 17ˊanˊ a girêdayî hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Humsê hatin dîtin. Hat zanîn ku şaneyên çeteyên DAIŞ'ê gule li wan leşkeran barandibûn.

Cenazeyên 9 leşkerên Şamê li Humsê hatin dîtin
26 tebax, 2024   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku cenazeyên 9 leşkerên ˊFirqeya 17'anˊ a hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Humsê hatin dîtin.

SOHRˊê diyar kir ku ew leşker ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ve li çolistana Tedmurê li rojhilatê bajarê Humsê hatin kuştin.

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka îsal ve di encama êrişên leşkerî yên li çolistana Sûriyeyê de, 497 kes hatin kuştin, ji wan 49 welatî ne, 419 jî hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wan in, 29 jî çeteyên DAIŞ'ê ne.

 (mh)