Cenazeyê zarokekî hat dîtin, 2 ciwan hatin kuştin

Li Dêrazorê cenazeyê zarokekî hat dîtin. Li Reqayê ciwanek ji aliyê çekdaran ve û ciwanek jî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin kuştin.

Cenazeyê zarokekî hat dîtin, 2 ciwan hatin kuştin
3 nîsan, 2026   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li navenda bajarê Dêrazorê cenazeyê zarokekî 11 salî li avahiyeke kavilkarî hat dîtin. Li gorî SOHR'ê zarok ku di 24'ê Adarê de winda bûbû, kuştî li avahiyeke kavilkirî ya li nêzî avahiya dadgehê ya naverasta bajar hat dîtin.

Hate ragihandin ku çekdarên nenas li gundê Barûdê yê rojhilatê bajarokê Mensûra yê gundewarên rojavayê Reqayê duh ciwanek kuşt û piştre reviyan.

Çavkaniyan da zanîn ku ciwanek ji gundê Kerama yê Reqayê dema hewl da ji bajarê Girê Spî sînorê Tirkiyeyê derbas bike, ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hat gulebarankirin û di encamê de hate kuştin.

(bb)