Cenazeyê fermandar Nûreddîn Sofî gihaşt Qamişloyê

Cenazeyê fermandar Nûreddîn Sofî gihaşt Qamişloyê. Karwan li destpêka bajar ji aliyê bi hezaran şêniyan ve hate pêşwazkirin.

Cenazeyê fermandar Nûreddîn Sofî gihaşt Qamişloyê
Cenazeyê fermandar Nûreddîn Sofî gihaşt Qamişloyê
Cenazeyê fermandar Nûreddîn Sofî gihaşt Qamişloyê
Cenazeyê fermandar Nûreddîn Sofî gihaşt Qamişloyê
Cenazeyê fermandar Nûreddîn Sofî gihaşt Qamişloyê
12 tebax, 2025   15:24
QAMIŞLO

Karwanê cenazeyê Nûreddîn Sof ku di 6`ê Nîsana 2021`an li herêma Garê şehîd bûbû û duh (11`ê Tebaxê) ji aliyê Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG`ê ve şehadeta wî hatibû ragihandin, li têketina bajarê Qamişloyê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazkirin. Di pêşawzkirinê de pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, partiyên siyasî û rêxistinên civakî û çandî amade bûn. 

Di saetên sibehê de darbesta şehîd Nûreddîn Sofî ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê ji aliyê gelê kantona Cizîrê û malbata şehîd ve hat pêşwazîkirin. Karwan di Girê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê re derbas bû. Li wan bajaran bi girseyî cenaze hat pêşwazîkirin.

Di pêşwazîkirina de bi hezaran kes; biçûk û mezin amade bûn, wêneyên şehîd hildan û dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" û "Şehîd namirin" berz kirin.

Wê cenaze ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan re bê veguhastin. Wê merasîma oxirkirinê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê saet di 17.00’an de pêk bê. Dûre cenaze dê ji bo oxirkirinê ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve bê veguhastin.

Komîteya têkildar, ji welatiyan xwest ku di pêşwazîkirina cenaze de guleyan neteqînin.

(fr)