Çekyayê balyozxaneya xwe li Şamê vekir

Piştî ku di meha borî de balyozxaneya xwe girtibû, Komara Çekyayê balyozxaneya xwe careke din li Şamê vekir.

Çekyayê balyozxaneya xwe li Şamê vekir
3 ÇILE, 2025   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Komara Çekyayê piştî ku meh borî berî ketina rejîma Beşar Esed balyozxaneya xwe girtibû, careke din balyozxaneya xwe li Şamê vekir.

Komara Çekyayê nûnertiya Amerîka û dewletên din di Sûriyeyê de dikir, nexasim piştî ku dewletan ji ber şer balyozxaneyên xwe li Sûriyeyê girtin.

Wezîrê karên derve yê Çekyayê gotibû ku navên berpirsên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, di lîsteyên cezayan de hene, ew jî ji ber dîroka jiyana wan e û got: "Lê ew dixwazin têliliyan bi cîhanê re ji nû ve çêkin. Ez bawer im pêwist em jî xwedî li bangê derkevin û Rûsyayê ji Sûriyeyê derxin."

(mh)