Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Minbicê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirbet Xalid ê gundewarê Minbicê topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Minbicê topbaran dike
3 ÇILE, 2025   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirbet Xalid ê başûrê rojhilatê bajarê Minbicê yê dagirkirî topbaran dikin.

Di encama topbaranê de zirarê madî yê mezin gihîşt xanî û avahiyên gund.