Çekdaran hewl dan mexdûra destdirêjiyê li gundewarê Hemayê birevînin

Çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê hewl da ku mexdûra destdirêjiyê ya li gundê Horat Emûrên ê Elewî yê li gundewarê Hemayê birevînin.

Çekdaran hewl dan mexdûra destdirêjiyê li gundewarê Hemayê birevînin
25 îlon, 2025   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarekî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê destdirêjî li jina ciwan Rewan Mehfûd a ji gundê Hûrat Emûrên kir. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çekdarên hikumetê hewl da mexdûrê birevînin.

SOHR'ê diyar kir ku şêniyên gund li hemberî vî kiryarî nerazîbûn nîşan da û di encamê de alozî derket û hêzên ewlekariyê tu destwerdan nekirin.

(mh)