Çekdaran garaceke xizmetguzariyê li Girê Spî şewitandin

Çekdarên nenas agir berdan garaca Rêveberiya Xizmetguzariyê li bajarê Girê Spî li gundewarê bakurê Reqayê.

Çekdaran garaceke xizmetguzariyê li Girê Spî şewitandin
14 adar, 2026   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavêdiya Sûriyeyê ya Mafê Mirovan (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas agir berdan garaca Rêveberiya Xizmetguzariyê li bajarê Girê Spî li gundewarê bakurê Reqayê, di encamê de zirarên madî çêbûn.

SOHR`ê diyar kir ku encama agir de çend wesayit û erebe şewitîn û çekdarên nenas jî ji cihê bûyerê reviyan.

(k)