Çeka di destê wê de pê de teqiya jiyana xwe ji dest da
Li bajarokê Behra Xatûniye yê bajarê Holê jineke ciwan (18) dema bi çekekê dilîst jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me bi dest xistin, jina ciwan F.S (18) dema bi hevala xwe re li tivinga nêçîriyê dilîst, guleyek teqiya û lê ket, di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe da cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.
(şx)
ANHA