Çalakiyên bi wesîleya 25ˈê Mijdarê didomin

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya nêzîkbûna 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî çalakî hatin lidarxistin.

17 mijdar, 2024   15:44

Tevger û rêxistinên jinan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî didomînin. Di çarçoveya çalakiyên ku bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî xwe biparêze" tên lidarxistin de, civînên girseyî hatin lidarxistin, semîner hatin dayîn û dewreyên perewrdeyê yên ji bo mêran hatine birêxistinkirin.

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê bi beşdariya bi dehan jinan semînerek li ser sedemên belavbûna tundiyê, cûreyên wê û rêbazên bidawîkirina wê da.

Endama kombûnê Sefa El Ehmed a semîner bi rêve bir diyar kir ku tundiya li ser jinan pirsgirêkeke xetere ye û got: "Li cîhanê qanûnên cidî yên parastina jinan nin in. Lê gelek qanûn hene ku jinan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêlin. Ev jî dibe sedema aloziyeke rasteqîn."

Sefa bal kişand ser têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û ev nirxandin kir "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca guhertina zihniyeta baviksalar berdêlên giran dan. Li hemberî tevahî cûreyên tundiyê divê têkoşînê di asteke mezintir de bê kirin."

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi heman armancê civîneke berfireh li hola Meclisa Herêma Rojava ya li bajarê Kisra ya kantona Dêrazorê li dar xist. Civîn bi beşdariya nûnerên meclisên xwecih, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Herêma Rojava ya kantonê pêk hat.

Di civînê de rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Emîra El Mehmûd nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola jinan, girîngiya pêşxistina hevjiyana azad de şîrove kirin.

Emîra bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: "Ev pergal di heman demê de li ser jinan e; ji ber ku Rêbertî parêzvanê maf û azadiya jinan e."

Emîra cûreyên tundiya li ser jinan jî şîrove kirin û diyar kir ku li dijî jinan tundiya fîzîkî, dirûnî û diravî hem di hundirê malê û hem jî li derve û hem jî li ser medyayên dîjîtal tê kirin.

Emîra her wiha bîlançoya tundiya li ser jinan a li ser asta Rojhilata Navîn, cîhanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirikirî jî di nav xwend.

Emîra El Mehmûd di dawiya axaftina xwe de li dijî tuniyê banga mzinkirina têkoşînê li tevahî jinan kir.

HESEKÊ

Bi heman armancê, Koordînasyona Malên Jinan ên bajarê Hesekê semînerek bi sernavê "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" da. Semîner bi amadebûna bi dehan jin û mêran li hola PYDˈê ya li bajarê Hesekê hate dayîn.

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Ala Henteş sedemên tundiya li ser jinan, cûreyên wê û rêbazên rêgirtina li ber tundiyê û awayên parastina mafê jinan vegot.

Berdevaka Malên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa jî diyar kir ku zihniyeta baviksalar û  pergalên hegemonîk sedema tundiya domdar a li ser jinan e.

Rîma Îsa îşaret bi vê yekê kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinan şoreşa azadî û bidestxistina mafên xwe li dar xistine.

Di dawiya semînerê de beşdaran şêwazên parastina jinan ji tundiyê vegotin û bal kişand ser destkeftiyên ku jinan di hemû qadan de bi dest xistine.

DIRBÊSIYÊ

Rêxistina Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê jî civîneke berfireh bi boneya 25ˈê Mijdarê li dar xist. Civîn bi amadebûna bi dehan kesî li hola Navenda Çand û Hunerê ya li bajêr hat lidarxistin.

Di civînê de bîlançoya dema dawî ya tundiya li ser jinan û qetilkirina wan hat nîşandan. Her wiha nameya şehîda fedaî Asya Elî hat xwendin.

Piştre rêvebera rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê Sara Elî bang li hemberî jinan kir ku li dijî tundiyê û ji bo avakirina civakeke exlaq û polîtîk têkoşînê mezin bikin.

Sara Elî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin wekî berdewama komployan li ser gelê Kurd nirxand.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê jî dewreya perwerdeyê ya ji aliyê Kongra Star ve ji mêran re hatiye vekirin di roja duyemîn de dewam dike. 110 mêr ên ku di saziyên civaka sivîl de kar dikin li ser qanûna malbatê, zayendperestî û hevjiyana azad perwerdeyê dibînin.

Di roja duyemîn a perwerdeyê de endama Komîteya Edaleta Civakî ya Jinan Hediye El Hemze dersa hevjiyana azad da.

Hediye El Hemze ji  ajansa me re diyar kir ku armanca vekirin vê dewreyê pêşxistina têgeha wekheviya zayendî di nava malbat û civakê de ye û got, bi pêkanîna hevjiyana azad mal û civak pêş de diçin.

HOL

Meclisa Jinan a PYDˈê bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û şêniyan civînek li bajarê Holê yê kantona Cizîrê li dar xist.

Di civînê de hevseroka Nivîsgeha PYDˈê ya Holê Îqbal Ebdo axivî û tundiya li ser jinan û cûreyên wê şîrove kirin.

Rêvebera Komîteya Têkiliyan a PYDˈê ya kantona Cizîrê Menal Mihemed jî bal kişand ser rola jinan di civakê de, astengiyên li pêşiya wan û urf û adetên kevinperest ên ku jinan qeyd dikin. Menal diyar kir ku azadiya civakê bi azadiya  jinan dest pê dike û got: "Jin civakan ava dikin, dikarin hevsengiyê di navbera jiyana malbatî û ya kar de çêbike. Ev yek jî beşdariya wê di hemû qadên jiyana de geş dike.

(bb)

ANHA