Çalakiyên ˊHefteya Wêjeyêˊ dest pê kirin

Di roja yekemîn a çalakiyên ˊHefteya Wêjeyêˊ de şevbuhêrka helbestê û semîner li ser dahênan û weşanê hatin lidarxistin. Li gorî komîteya amadekar, di çarçoveya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de ev çalakî tên lidarxistin.

27 nîsan, 2024   23:18
QAMIŞLO

Îro li Hotêla Êndîwarê ya Dêrikê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ˊHefteya Wêjeyêˊ ji hêla Dîwana Wêjeyê ve dest pê kirin.

Di çalakiyan de nivîskar û helbestvan, endamên Desteya Çand û Hunerê, Yekitiyên çandê û rewşenbîrî beşdar bûn.

Di bernameya hefteyê de çalakiyên wêjeyî yên curbecur hene; semîner, panel, şevbuhêrkên helbestan, xwendina çîrokan. Her wiha dê mijarên nîqaşên ên sereke dozên weşanê, dahênan, wêjeya zarokan û rexneya wêjeyî bin.

Di çalakiyên roja destpêkê de, li ser navê Dîwana Wêjeyê endama komîteya amadekar Botan Hoşê axivî. Botan Hefteya Wêjeyê ya 3ˊyemîn beşa ji çalakiyên pêngava cîhanê ya bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Der barê girîngî û armanca çalakiyê de Botan wiha got: "Civaka bêyî wêjeyê civaka tarî ye. Wêje neynika civak û zimanê wan e. Ji lew re em ê di bernameya Hefteya Wêjeyê de lêkolîn û nêrînan nîqaş bikin ku rewşa wêjeyê li herêma me bi pêş bikeve."

Li 74 navendên li seranserî cîhanê di 10ˊê Cotmeha 2023ˊyan de pêngava ˊJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ hat destpêkirin û heta niha bi çalakiyên cuda dewam dike.

Nivîskar Ebas Mûsa bi beşdariya nivîskar, rewşenbîr û wêjevan bi sernavê ˊDahênan û weşan: aso û derfet li gel zehmetî û kêşeyanˊ semînerek da.

Mûsa di semînerê de behsa rewşa wêjeyê di qonaxa beriya 2012ˊyan de kir û got: "Rejîma li Sûriyeyê şerê wêje, çand û zimanê Kurdî kir û qedexe kir. Her wiha nivîskar û wêjevan rastî girtin û çewisandinê dihatin."

Mûsa destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê de, ji wan jî aliyê wêjeyê, pîroz kirin û wiha domand: "Fikir û pênûs rizgar bûn. Îro wêjevan û nivîskar di fikir û nivîsên xwe de azad in. Êdî fêrbûna bi zimanê dayikê yek ji aliyên vê rizgariyê ye. Bi wê re derî li pêş peydakirina derfetên dahênan û weşanê hatin vekirin."

Der barê zehmetî û kêşeyên li pêş wêjevan di destpêka nivîsandin heta bi çapkirin û weşanê de derdiketin de Mûsa wiha pê de çû: "Aliyê aborî û astengiyên debarê yek ji zehmetiyên girîng in. Her wiha derfetên weşandina berhema wêjeyê jî kêm bûn."

Dûre nîqaş û nêrîn li ser nirxandina asta wêjeya li herêmê hatin kirin. Di nêrînan li ser wêjeyê hat lihevkirin ku ew girîngiyeke peyama civakî ya çandê û xizmetkirina wê hildigire. Her wiha hat gotin divê li ser rakirina astengiyan û çareserkirina pirsgirêkên li pêşberî wêjeyê were xebitandin; ji wan piştgiriya wêjevan û nivîskaran.

Çalakiyên bi şevbuhêrka helbestê dewam kirin. Bi zimanê Kurdî helbestvan Dilyar Osê û Bêrîvan Amûdê û bi zimanê Erebî helbestvan Merwan Şêxê helbest xwendin.

Sibe çalakiyên curbecur tên lidarxistin; panela wêjeyê û xwendina çîrokan.

(fr)

ANHA