Bihayê çinînê li Cizîrê diyar bû

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê bihayê çinînê bi rêya patozê diyar kir û der barê vê yekê de giştînameyek bi jimareya 7ˊan derxist.

Bihayê çinînê li Cizîrê diyar bû
29 nîsan, 2024   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî giştînameyê, li navenda Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê civîn hat lidarxistin. Di civînê de hevserokên desteyê, cîgirê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê, Gerînendetiya Berhemdana Giyayan, Aboriya Jinan, Yekitiya Cotkaran û Meclisa Kantonên Qamişlo û Hesekê amade bûn û ev biryar hatin dayîn:

Bihaya çinîna her donimekê bi rêya patozê wiha ye;

Çandiniya bejî: Ji sedî 7 e û pere jî 45 hezar lîreya Sûriyeyê.

Çandiniya avî: Ji sedî 5 e û pere jî 90 hezar Sûriyeyê ye.

(fr)