Bi sedan koçber bi meşekê komkujî şermezar kirin

Bi sedan koçberên li kampa Girê Spî bi meşekê komkujiya li bajarê Sirînê şeremzar kir û piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da.

Bi sedan koçber bi meşekê komkujî şermezar kirin
Bi sedan koçber bi meşekê komkujî şermezar kirin
Bi sedan koçber bi meşekê komkujî şermezar kirin
Bi sedan koçber bi meşekê komkujî şermezar kirin
Bi sedan koçber bi meşekê komkujî şermezar kirin
12 ÇILE, 2025   14:17
EYN ÎSA

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê maleke sivîlan bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.

Bi sedan koçberên li kampa  Girê Spî bi armanca şermezarkirina komkujiyê  û nîşandana piştevaniya xwe ya bi QSDˈê re meşek li dar xist. Şêniyan ji qada sereke ya kampê heya qada Pêşwazîkirinê meşiyan.

Di meşê de alên QSDˈê, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên silavkirina berxwedana QSDˈê hatin hildan. Dirûşmên "Bijî berxwedana QSDˈê " û "Na ji dagirkeriya Tirk re" jî hatin berzkirin.

Girese li Qada Pêşwazîkirinê ya li kampê sekinî. Li vir Hevserokê Meclisa Bajarê Eyn Îsa Sebrî Nebo axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.

Sebrî Nebo bi bîr xist ku komkujiya li Sirînê hemwextî salvegera 12ˈan a komkujiya li Parîsê ya li dijî têkoşer Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan pêk hat.

Sebrî Nebo berxwedana QSDˈê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê silav kir û piştgiriya xwe bi şervanan re nîşan da.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana QSDˈê", "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Bendava Tişrînê" bi dawî bû.

(bb)

ANHA