Bi kamereya nûçegihana me êriş û meşa Tişrînê

Nûçegihana ajansa me Dîcle Ehmed ku meşa ber bi Bendava Tişrînê dişopîne, bi kamereya xwe êrişên dewleta Tirk û herikîna gel a ser bendavê kêlî bi kêlî kişandin.

Bi kamereya nûçegihana me êriş û meşa Tişrînê
8 ÇILE, 2025   18:00
TIŞRÎN

Vê sibehê bi hezaran welatiyên ji kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê.

Bi hezaran kesên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tevî, hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji 8’ê Kanûna 2024’an ve didomin jî, israra xwe ya xwe gihandina bendavê domandin.

Dagirkeran jî êrişên xwe zêde kirin. Balafirên bê mirov û bi çek ên dagirkeran, li rêbenda Bendava Tişrînê karwanê seyareyan bombebaran kir. Di êrişan de birîndar çêbûn, lê agahiyên berfireh hîn nehatine bidestxistin.

Tevî êrişan jî gel, ji wesayitan daket û bi dirûşmeyan meşiyan bendavê.

Nûçegihana ajansa me Dîcle Ehmed a ku ji serê sibehê ve girseyê dişopîne, bi kamereya xwe êrişên dewleta Tirk, meş û coşa gel heta gihîştina ser bendavê kişandin.

(ekîp/fr)