Bi hezaran kes meşiyan: Armanca me ya pêşîn azadiya Rêbertî ye
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de hate gotin, aştî bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.
Bi pêşengtiya Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo, bi hezaran ji pêkhateyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Girse ku, ciwan û jin, nûnerên Rêveberiya Xweser jî di nav de bûn bi hildana wêneyên Rêbre Abdullah Ocalan tev li meşê bûn.
Meş ji çerxerêya Osman Sebrî ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de sloganên “Bi can bi xwîn em te re ne Ocalan”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Berxwedana Îmralî” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Di nava meşevanan de zarok û xwendekaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser milên xwe danîbûn û nîşaneyên serkeftinê rakiribûn.
Piştî ku meşevan gihîştin ber çerxerêya Şehîd Rûbar li wir deqeyeke rêz girtin. Paşê endamê Însiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê gelê Ereb, Suryan, Ermen, Kurd, Xiristiyan, Misilman û Êzidiyan e.
Kenan Berekat bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got, "Hêzên komploger xwestin vîna gel bişkînin. Lê nizanîbûn li her malek welatparêz Rêber Apo heye. Rêber Abdullah Ocalan Îmralî ji bo hebûna me kir dibistanek."
Kenan Berekat da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan gelek caran ji bo aştiyê bang kiriye û ji bo pêkanîna aştiyê amade ye û wiha anî ziman: “Bila dewleta Tirk bizane, Rêber Apo tişta ji aliyê xwe ve kir, niha rol li ser dewleta Tirk e. Gel li hêviyê ye ku bibîne Rêber Apo li Kurdistanê digere, wê demê wê bizane aştî pêk hatiye.”
Kenan Berekat diyar kir ku dewleta Tirk nikare gel bixapîne û çi qas astengiyan derbixe jî wê serkeftina gel be. Kenan Berekat wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebata me ya herî yekemîn têkoşîna ji bo Rêber Apo ye.”
Meş bi slogana “Bijî berxwedana Îmralî” bi dawî bû.
(ekîb)
ANHA