Bi dîmenan aşkera bû ku çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê dane revandin

Videoyeke ku li ser platformên dîjîtal belav bû, aşkera dike ku çeteyên girêdayî hikumeta demkî, çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê ya li Hesekê dane revandin.

Bi dîmenan aşkera bû ku çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê dane revandin
21 ÇILE, 2026   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser malperên medyaya dîjîtal videoyek hat weşandin ku tê de aşkera dibe çawa komên çete yên girêdayî hikumeta demkî malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê ya li Hesekê didin revandin.

Di dîmenê de xuya dibe çawa çeteyek bang li malbatên DAIŞ`ê dike û dibêje "Birayên min hûn dixwazin herin ku derê, wa derfet çêbûye birevin.”

Li kampa Holê bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê dijîn. Piştî êrişên komên hikumeta demkî yên li ser bajarê Holê, Hêzên Sûriyeya demokratîk duh biryar da ku ji kampê vekişe û hêzên xwe li derdora bajarên Kurdan bi cih bike.

(k)