Bi çekên giran gundekî Minbic tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran gundekî kantona Minbicê topbaran dikin.

Bi çekên giran gundekî Minbic tê topbarankirin
13 cotmeh, 2024   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Ewn Dadat ê li bakurê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.

Li gorî navendê dagirkeran bi 4 fûzeyan gund hedef girt. Lê tê zanîn ku di gund de şênî hene.

(fr)