Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne

Bi 125 xebatkarên xwe yên jin re, Ronahî TV ji nûçe heta dosya, bername, pêşkêşî, dublaj û rejiyê di hemû beşên weşangeriyê de, geşedanên li herêmê bi çavê jinan radigihîne.

Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
Bi çavê jinan rastiya herêmê radighîne
21 mijdar, 2025   07:55
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Ronahî TV ku bi zimanên erebî û kurdî weşanê dike, di 14 salên weşangeriya xwe de ji bo ragihandina demokratîk û şoreşê jî tevkariyeke mezin kiriye.

Televîzyona ku giraniya weşangeriya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, wek awêneya şoreşê hatiye naskirin, Şoreşê 19`Tîrmehê (2012) wek “Şoreşa Jinan” hatiye binavkirin, lewma televîzyonê jî giraniya weşangeriya xwe li ser vê yekê ava kiriye. Wek şopdareke çapemeniya azad xeta azadiya jinan wek navenda weşangeriya xwe diyar kir. Xebat û xebatkarên xwe jî di vê çarçoveyê de bi rêxistin kirin.

Ji destpêka vekirina televîzyonê (2011) ve jin di warê sazûmanî, perwerde û weşanê de diyarker bûn. Di rêwîtiya 14 salan de hejmara xebatkarên jin ên televîzyonê gihaştiye 125`an, hejmara giştî ya endamên televîzyonê jî 200 kes e, anku xebatkarên wê ji sedî 65 jin in.

Ji şopandina nûçeyan heta çêkirina dosya, bernameyan, pêşkêşî, montaj, dublaj, rejî û desteya weşanê, jin di hemû beşan de hem rêveber in, hem jî xebatkar in.

Ji bilî weşangeriya giştî xebatên taybet ên li ser rojnamevanî û weşangeriya jina njî tên meşandin. Di vê çarçoveyê de rêveberiya xweser û desteya weşanê ya jinan cuda hatiye avakirin.

Desteya weşanê hem li ser mijarên jinan plansaziyan derdixe, hem jî li gorî zîhniyeta xeta jina azad tevkariya weşana giştî dike.

Ronahî TV bi vê weşangeriya xwe hem rewşa herêmê ragihand û hem jî bi bandora ku ava kiriye, rojnamevanên jin perwerde kirin. Piraniya xebatkarên jin ên televzîyonê di encama van perwerdeyan de dest bi rojnamevaniyê kiriye.

Yek ji van rojnamevanan jî Mizgîn Hesen e. Mizgîn Hesen destnîşan kir ku Ronahî TV bi derfetên kêm dest bi weşana xwe kiriye, lê îro mezin bûye û hewl dide rastiya herêmê bi çavê jinan ragihîne.

Mizgîn Hesen da zanîn ku beşa jinan di televîzyonê de beşeke bingehîn ne, bi taybet rewşa jinan a li tevahiya Sûriyeyê, êşên wan, têkoşîn û pêşengiya wan radigihîne.

Mizgîn Hesen diyar kir ku televîzyon bi vî rengî bûye dengê jinan û çavkaniyeke pêbawer.

ANHA