Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakî

Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan amadekariya lidarxistina çalakiyan tê kirin; wek çandina daran û şahiyên girseyî. Çalakî dê ji 3 heta 6'ê Nîsanê bidomin.

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakî
1 nîsan, 2024   03:16
HESEKÊ

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê), ji 3'yê Nîsanê de li bajarê Hesekê û 7 navçeyên wê (Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê) yê girêdayî kantona Cizîrê çalakî li dar dikevin.

Komîteya çalakiyan a Hesekê û navçeyên wê diyar kir ku di çalakiyan de çandina daran li navenda bajêr û gundewarên wî, şahiyên girseyî û çalakiyên çandî pêk tên.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

Di 3'yê Nîsanê de li bajarê Hesekê û navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê dar tên çandin. Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe û li parka 4'ê Nîsanê ya bajarê Hesekê çalakiyên hunerî û çandî tên lidarxistin. Her wiha li ser tabloyên rêyan yên bajarê Hesekê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan tên pêşandan.

Di 4'ê Nîsanê de saet di 20:00'an de li Parka Serdem a bajarê Hesekê şahiyeke girseyî li dar dikeve.

Li Parka Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî saet di 10:00'an de şahiyeke girseyî bi beşdariya şêniyên navçeya Zirganê li dar dikeve.

Li navenda Kongra Star a navçeya Şedadê jî saet di 11:00'an de şahiyek bi beşdariya şêniyên bajarokê Mergedê û navçeya Erîşê li dar dikeve.

Li Parka Şehîd Zevîn a navçeya Dirbêsiyê jî saet di 10:00'an de şahiyek li dar dikeve.

Her wiha li navçeya Til Birakê saet di 10:00'an de û li navçeya Holê saet di 13:00'an de şahî tên lidarxistin.

Di 6'ê Nîsanê de li bajarê Hesekê saet di 20:00'an de şevbuhêrkeke hunerî û çandî tê lidarxistin.

(mh)

ANHA