Bi boneya 8`ê Adarê şahî û pêşangeh li dar ketin

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava şahiyek li dar xist. Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn jî li Amûdê pêşangehek vekir.

5 adar, 2024   15:46
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêçalakiyên 8`ê Adarê de Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava bi amadebûna bi dehan mamoste û xwedekaran li avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê şahiyek bi rêxistin kir.

Berdevka Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava Narîman Munteaş di şahiyê de axivî û 8`ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

Narîman Munteaş bal kişand ser têkoşîna şehîdên jin û wiha got: “Em ê li dijî desthilata ku bi zîhniyeta baviksalar tê meşandin, her têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Di şahiyê de ji aliyê Koma Qidûrbeg û hunermend Dilîn Ehmed ve stran hatin gotin, xwendekarên û mamosteyan govend gerand.

AMÛDÊ

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li navçeya Amûdê li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî pêşangehek vekir.

Pêşengeh bi destê dayika gerîlaya YJA Starê şehîd Edessa Munzur (Canda Şêxmûs) Edla Şêxmûs hat vekirin. Edessa Munzur di 29`ê Îlona 2023`an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Di pêşangehê de 25 tabloyên, destkariyên jinan û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

Rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê Xaliya Hec Qasim axivî û 8`ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku girîngiya vê rojê di pêkanîna azadiya jinan de ye û got: “Li Rojava jinan bi felsefeya Rêber Apo zanebûn û cesareta xwe îsbat kir, hemû jinên cîhanê dikarin li ser hêza jinên li Rojava serî hildin.”

Pêşangeh sibê dê bi dawî dibe.

(sb-hh)

ANHA