Beşar Esed li Îranê ye

Dezgehên ragihandinê yên Îranê ragihand ku Beşar Esed gihaşt paytexta Îranê Tehranê û bi Xaminey re civiya.

Beşar Esed li Îranê ye
30 gulan, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa ˊIRNAˊ a Îranê diyar kir ku Murşidê Bilind Elî Xaminey Beşar Esed û şandeya pê re li Tehranê pêşwaz kir.

Xaminey di pêşwazkirina Esed de got serok Îbrahîm Reîsî di xurtkirina têkiliyên Tehran û Şamê de roleke girîng lîst, her wiha wezîrê karên derve Hisên Emîr Ebdulehyan jî girîngî da vê yekê.

Piştî 10 rojan ji mirina serokê Îranê Îbrahîm Reîsî, Hisên Emîr Ebdulehyan û berpirsên pê re ev serdan pêk tê.

(fr)